İslami Davet Kurdi Bange İslami

Kombûna nerazîbûnê ya gelê Yemenê li ber nivîsgeha NY

Gelê Yemenê jibo cara şêstûyekan mideha du salên vê dawîyê da bi kombûna li ber nivîsgeha NY li Senayê, xwestin ku destdirêjîya Erebistanê ser axa Yemenê bê sekinandinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, niştecihên parêzgehên Sena û Teizê yên Yemenê bi daxûyanîyekê êrişa Erebistanê û kirêgirtîyên wî ser Bab ul Mendeb û Zebabê û Bendera Mexayê yên Yemenê ku di encamê da zêde ji 50 hezar kes neçar mane ji warê xwe koç bikin, şermezar kirin.

Nerazîyan ji nivîsgeha NY xwestin ku bi şandina peyama yemenîyan jibo Konseya Ewlehîyê ya NY û sazîyên din ên navnetewî, tevî rawestandina êrişên hêzên destdirêjker ser Yemenê, bi rêka rakirina dorpêçê, gîhandina alîkarîyan jibo hewcedarên vî welatî zêde bikin.

Nerazîyan herwiha li hevdîtina Sofî Solmon hevdengkerê NY li karên mirovdostîyê, raporek li bara rewşa giran a jîyan û debaraê û kuştina hejmarek ji gelê Yemenê di encama êrişan û dorpêçê da, raberî wî kirin.

Erebistanê bi piştgirîya Amerîka û Ingilîsê ji 26`ê Adara sala 2015`ê va êrişên ser Yemenê destpê kirin.

Di encama êrişên hanê da heta niha zêde ji 38 hezar kes ji gelê Yemenê hatine kuştinê û birîndar bûne û ji sedî 80`yê jêrxanên vî welatî têk çûye û bi milyonan kes ji xelkê sivîl nemaze jin û zarok jî aware bûne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Exit mobile version