AborîNûçeRojhilatanavin

Ebas Eraqçî : Mûşekên me welatên 5+1 anîn ser maseya gotûbêjan

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê û endamê şanda danûstandinên li gel welatên 5+1 Ebas Eraqçî ragihand, hêza mûşekên Îranê bû ku welatên mezin yên cîhanê neçar kirin bêne ser maseya gotûbêjan.

Ebad Eraqçî got, eger wan welatên zilhêz bikarîban bingehên etomî yên Îranê jinav bibin, nedihatin ser maseya gotûbêjan û wê ew bingeh jinav bibiran. Lê hebûna mûşekan û nîşandana wê hêza mûşekî ya Îranê ew neçar kirin li ser maseya gotûbêjan rûnên. Eraqçî îdia kir ku rayedarekî Amerîkayê îtiraf kiriye ku dorpêçên abûrî nebû sedem ku Îran dest bi gotûbêjan bike.

Eraqçî herwiha got, di dawiyê de jî zilhêzên cîhanê qebûl kirin ku meyandina yoraniyomê ji aliyê Îranê ve berdewam be û tenê rojekê jî çalakiya wê neraweste, biryarnameyên Encûmena Ewlekariyê ya NY jî hatin rakirin bêy ku rojekê li ser Îranê cîbicî bibin.

Wî rayedarê pilebilind ê Îranê destnîşan kir, 3 mijaran welatên mezin yên cîhanê anîne ser maseya gotûbêjan: Mijara yekem hêza mûşekên Îranê bû, mijara duyem xweragiriya xelkê Îranê li hember dorpêçên abûrî bû, û ya sêyem jî dema ku welatên zilhêz zanîn şiyanên zansitî yên zanayên etomî yên Îranê nayê kontirolkirin, neçar bûn werin ser maseya gotûbêjan. (Bangê Îslami)

Başa dön tuşu