ÎranNûçeRojhilatanavin

Komeke têrorîst li bakura rojavaya Îranê hat têkbirinê

Navenda leşkerî ya Hemze Seyîd ul Şoheda ya hêza bejayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ragihand: Komeke têrorîst ser bi zorbêjên cîhanê ku dil hebûn ji bakura rojavaya Îranê ve derbasî welêt bibe, ket kemîna hêzên Sipahê û herîkêm 10 têrorîst jê hatin kuştinê.

Navenda leşkerî ya Hemze Seyîd ul Şoheda ya hêza bejayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî îro li daxûyanîyekê ragihand: Înîyê şevê tîmeke têrorîst a ser bi sêrvîsên sîxorîyê yên bîyanî dil hebû ji sînorê Şinoyê li parêzgeha Azerbaycana Rojava ve ji bo birêxistina bêewlehîtî û xirabkarîyê derbasî welêt bibe. Ew tîma têrorîst ket kemîna hêzên Navenda leşkerî ya Hemze Seyîd ul Şoheda ya hêza bejayî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî û di encama pevçûnê de gellek têrorîst jî birîndar bûn.

Digel têkçûna vê koma têrorîst, hêzên Navenda leşkerî ya Hemze Seyîd ul Şohedaê dest danîn gellek çek, rext û alavên têkilîyê.

Di meha Hezîranê de jî tîmeke têrorîst li devera sînorî ya Şinoyê hat têkbirinê ku ji 7 kesan pêk dihat.

Tîmeke têrorîst jî di 14`ê Tîrmehê de li devera sînorî ya Nodşeyê li parêzgeha Kirmanşanê hat têkbirinê.

Başa dön tuşu