AsyaCîhanNûçe

Li ser rêya Ruha û Mêrdînê qeza: 5 kes jiyana xwe ji dest dan

Wesaîdekê taybet li ser rêya Ruha û Mêrdînê ji rê derket û wergeriya, di encama qezayê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin wesaîdekê bi plaqeya 16 F 9996 di navbera Mêrdîn û Ruhayê de ji rê derket û ket nava gola avê. Di encama qezayê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û tê gotin ku kesekî jî di bin avê de mayê. Ji bo dîtina cinazê wî ji aliyê tîmên biavê ve lêgerîn dane destpêkirin.

Tîmên ewlehiyê di derbarê qezayê de lêpirsîn dan destpêkirinê.

Başa dön tuşu