IraqNûçeRojhilatanavin

Toreke terorîstî ya DAIŞ`ê li Kerbelayê hat têkbirin

Hêzên ewlehî û îstixbaratî yên bajarê pîroz ê Kerbelayê li Iraqê operasyoneke terorîstî li vî bajarê bêencam kirin.

Li gorî rapora Mehr News`ê,û ji zarê ajansa nûçeyan a Firat News`ê, hêzên rawestana li ber terorîzmê û hêzên îstixbaratî yên bajarê Kerbelayê roja çarşemiyê tevî têkbirina  toreke terorîstî ya ser bi DAIŞ`ê pîlana  van terorîstan jibo êrişa ser heciyên iraqî bêencam kirin.

Di vê çarçovê de çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê ku nexwest navê wê were eşekerekirin ragihand: Vê tora terorîstî ya heftkesî dixwest êrişî ser heciyên  Beytullahulheramê (Mala Xwedê) bike, lê endamên wê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu