Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye
Komên terorîst dîsa êrişî taxa Şêxmeqsûdê dikin

Hate ragihandin ku komên terorîst bi topên hewanan êrişî taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê dikin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin bidestxistin komên terorîst ku xwe li taxa Bustan Başa û Helkê bi cih kirine topên ku bi dest hatine çêkirin, davêjin taxa Şêxmeqsûdê. Hate diyarkirin ku 5 top li rojhilat û rojava yên taxê ketine û di encamê de jî ziyan gihişt mal û milkên welatiyan. Hate ragihandin ku car car topbaran terorîstan dewam dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)