Komîsyaryayê Bilind ê Ajansa Alîkarî û Kar bo awareyên Filistînî (UNRWA) bal kişand ser vê yekê ku rawestandina alîkariyên15 welatan dê bandorek xerab ser xizmetguzariyên UNRWAyê hebe û got: lawazbûna vê ajansê dê encamên gelek xirab hebe.
Fîlîp Lazarini tekez kir ku jinavbirina UNRWAyê dê bibe sedem filistînî ji aliyê ji aliyê civaka navdewletî ve bên tehqîrkirin.Wî diyar kir ku ger alîkarîyên nû neyên kirin dê operasyona me rastî kêmasiya dabînkirina aboriyê di meha Nîsanê de were.
Vî berpirsê ajansê ji Rejîma Siyonîst xwest ku bila derbarê tawanên ku li dijî xebatkarên UNRWAyê xistine rojevê bi vê ajansê re hevkarîyê bike û hemî agahîyan xwe ji ajansê re bişînin.
Wî her wiha tekez kir ku lawazkirina ajansê û jinavbirina wê dê encamên gelek nerênî hebin.
Lazarini got ku rawestandina alîkariyên 15 welatan bo UNRWA dê bandorê li hemû kar û xizmetguzariyên vê ajansê bike.
Vî berpirsê UNRWAyê pêşwaziya kiryara Îrlanda û hinek welatên Ewropayê di berdewamkirina alîkariyên aborî bo UNRWAyê kir û ew wek peyamekê ji bo welatên din nirxand.