ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Komîteya Alîkariya Penaberên Ebyenê: Li Yemenê 2 hezar kes bê mal in

Serokê Komîteya Alîkariya Penaberên Ebyenê Ehmed Seyud di axaftina xwe de got: “2 hezar kesên ku ji bajarê Taîz û herêmên rojava reviyane bê mal in, di şertên pir zahmet de ji neçarî li binê daran dijîn.”

Ehmed Seyud di berdewamiya axaftina xwe de got: “Hinek ji wan penaberan ji kayê bereqe ava kirine, lê ev bereqe ne ji germê û ne jî ji sermaye diparêze. Herwiha li bajêr pirsgirêka peydekirina xwarin û derman jî destpê kiriye.”

Seyud di dirêjiya axaftina xwe de ji bo alîkariyê bangî sazî û dezgehên navneteweyî kir û got: “Ev kesên ku ji ber şer û pevçûnan cih û warê xwe terikandine ti dahatuyeke wan tineye. Divê tiştên pêwist ji bo van kesên penaberan were peydekirin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu