IraqNûçeRojhilatanavin

Komîteya serrastkirina destûra bingehîn a Iraqê 7 biryar dan

Komîteya serrastkirina destûra bingehîn a Parlimana Iraqê, yekem civîna xwe lidar xist û ji bo encamdana guhertinên di destûrê de  7 biryar dan.

Piştî berfirehbûna xwepêşandanên li Iraqê, Parlimana wî welatî ji bo aramkirina rewşê hin biryar dan, ku pêkanîna komîteyekê ji bo destkarîkirin û guhertina destûrê yek ji wan biryaran bû.

Roja bihorî wê komîteya taybet a Parlamentoya Iraqê, yekemîn civîna xwe saz kir û têkildarî karê ji bo guhertina destûrê 7 biryar dan, ku bi vî awayî ne:

Yekem: Beşdarbûna Komîteya Aqilmendan ku lêvegera olî daxwaza avakirina wê kiriye.

Duyem: Beşdarbûna mamostayên Yasaya Destûrî yên zanîngehên Iraqê di amadekirin û dariştina pêwîst de.

Sêyem: Wergirtina nerîna sendîka û rêkxistinên civaka sivîl û saziyên peywendîdar.

Çarem: Vekirina malpareke elektronî ji bo pêşwazîkirina nerîna hemû welatiyan û nunerên xwepêşanderan.

Pêncem: Sûdwergirtin ji ezmûna Netewên Yekgirtî bi rêya Nunera Netewên Yekgirtî li Iraqê.

Şeşem: Daxwazê ji Dezgeha Dadwerîyê û Desteya Wezîran dikin, ku nûnerê xwe bişînein ji bo guhdarîkirina li nerînan.

Heftem: Destûr li gorî dema destûrî ya diyarkirî tê sererastkirin.

Komîteyê herwiha biryar daye, ku civînên xwe bidomîne ji bo ku di destûra Iraqê de guhertinên pêwîst di demeke bilez de bê kirin, ku li gel pêwîstiya serekî ya avakirina dewletê di çarçoveya destûrê de guncav be

Başa dön tuşu