NûçeRojhilatanavinSûriye

Kompaniyên balafiran ên biyanî hêdî hêdî balafirên xwe dişînin balafirgeha Şamê

Seroka Rêxistina Balafiran a Sûriyê diyar kir ku kompaniyên balafiran ên biyanî hêdî hêdî balafirên xwe dişînin balafirgeha Şamê.

Li gor rapora IRNA, Şifa El-Nûrî  duh got: Taxima Kompaniya Balafiran a Umanê ji bo agahdarbûna ser rewşa balafirgeha Şamê û îmkanên vê balafirgehê bona despêbûna firînên balafirên Umanê bo Şamê duh sefera Sûriyê kir .

El-Nûrî got ku Kompaniya balafiran a El-Xelîc a Behreynê û El-Îtihad a Mîrnişînên Erebî (Îmaretê)jî daxwaza hilkolandina rewşa balafirgeha Şamê ji babeta teknîkî kirine da ku balafirên wan du welatan jî li balafirgeha Şamê daynin erdê.

Başa dön tuşu