ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Kirmaşanê êrdhêj

Erdhejek bi mezinahiya 5.1 Rîştirê (pîvana pêlên hundirîn ên erdê nasyar bi Rîştir) êvara şemiyê şaristana Serpêlê Zehawê li parêzgeha Kirmaşanê li rojavaya Îranê hejand.

Ev erdheja li kûrahiya 8 Kîlomitriya erdê qewimî. Hevdem erdhejek bi mezinahiya 4.1 Rîştirî şaristana Qesrê Şirînê ya Kirmaşanê jî hejand.

Husêyn Ezîzî serokê babetên lezgîn ên pizişkî ya Şaristana Serpêlê Zehawê li hevpeyivîna bi IRNA`yê ra got ku birîndarên erdhejê bo nexweşxaneya şehîdan a vê şaeristanê hatin şandin.

Husêyn Ezîzî her wiha got: “Ji ber qewimîna erdhejê ziyanên giran li hin malên şaristana Serpêlê Zehawê ketine“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu