ÎranNûçeRojhilatanavin

Komxebata pispor a gotûbêjên çandî yên Îranê û welatên ereb li daxûyanîya xwe ya li dawîya civîna Meşhedê li ser têkilî û gotûbêjên berdewam û jordabirina asta peywendîyên çandî di navbera her du alîyan da sekinî

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, daxûyanîya dawîyê ya komxebata pispor a ziman û edebîyatê û rola wî li gotûbêjên çandî yên Îranê û welatên ereb îro li Zanîngeha Fêrdûsî ya Meşhedê ji hêla pişkdaran va hat pejirandinê.

Pişkdarên vê civînê li ser têkilî û gotûbêjên berdewam di navbera şarezayên ziman û edebîyata Îranê û cehana ereban, jordabirina asta peywendî  danûistandinên çandî, lêkolînên edebî di çarçova bihêzkirina pênase û nasnama islamî, berfirekirina perwerdeya zimanên farisî û erebî jibo qahîmkirin û jordabirina asta danûistandinên çandî û zanistî da sekinîn.

Li gorî daxûyanîya vê komxebatê, pêşnîyar hat kirinê ku civatek ser navê “ civata gotûbêjên çandî yên pisporên ziman û edebîyata farisî û erebî“ li Zanîngeha Fêrdûsî ya Meşhedê were damezirandinê.

Yekemîn civîna gotûbêja çandî ya di navbera Îranê û cehana ereb da ji roja şemîyê va bi pişkdarîya 85 bijareyên ji 12 welatên ereb bi awayekî hevgav li Têhran, Meşhed, Qom û Qezvînê hat lidarxistinê û îro jî bidawî hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu