FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Konferansa bi navê “Quds, mêhwera yekîtiya Umetê” êvara Duşemiyê bi dayîna daxûyaniyekê dawî li karê xwe anî

Beşdarên li Sî û Duyemîn Konfgeransa Navneteweyî ya Yekîtiya Îslamî li daxûyaniya dawiyê destnîşan kirin ku ramana Filistînê mijara bingehîn a umeta Îslamî ye û yekem dijminê cîhana Îslamê, rêjîma dagirker a Siyonîst e; Lewma divê hemî hewildan ji bo sekinîna li hemberî vê rêjîma dagirker di tûşekê da bin.

Beşdarên li Sî û Duyemîn Konfgeransa Navneteweyî ya Yekîtiya Îslamî li ser pêwîstiya yekîtiya navbera misilmanan, bidawîanîna kêşeyên navxweyî û navçeyî ji riya naskirina dijmin û derbasbûna ji nakokiyan û hûrbûna li ser xalên hevpar pêgirî kirin.

Her wiha alimên beşdar li Sî û Duyemîn Konfgeransa Navneteweyî ya Yekîtiya Îslamî dijayetiya xw ebi plana amerîkî ya “Danûstandina Sedsalê”, pêvajoya çêkirina bajarokan, betalkirina mafê vegeriyanê û cihûkirina Quds û Mizgefta Eqsayê û veguhestina paytexta Rêjîma Siyonîst bo vî bajarî ragihandin.

Beşdarên li Sî û Duyemîn Konfgeransa Navneteweyî ya Yekîtiya Îslamî bi şermezarkirina krê dewleta Amerîkayê yê veguhestina balyozxaneya xwe ji Til Avîvê bo Beyt ul Muqedesê, li ser pêwîstiya sekinîn ali hemberî wê û xwedîkirina Qudsê wek bajarê Aştî û ol û şaristaniyetên cûrbicûr pêgirî kirin.

Beşdaran her wiha dijayetiya xwe digel hemî cûreyên asayîkirina pêwendiyên siyasî, bzirganî, çandî û werzişî bi Rêjîma Siyonîst ra diyar kirin.

Sî û Duyemîn Konfgeransa Navneteweyî ya Yekîtiya Îslamî ku roja Şemiyê bi dirûşmeya “Quds, mêhwera yekîtiya Umetê” bi beşdariya zêde ji 350 kesayetiyên siyasî û ramanwerên anistî ji 81 welatan li hola Civîna Serokên Welatên Îslamî li Têhranê dest pê bûbû, Duşemiyê bi şev bi dayîna daxûyaniyekê dawî li karê xwe anî.

Başa dön tuşu