AsyaNûçe

Li ‪Çînê‬ bager: Herî kêm 98 mirî 800 birîndar

Hat ragihandin ku li rojhilatê Çînê li eyaleta Ciangsuyê ji ber baran, bager û bahozê kerî kêm 98 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku li rojhilatê Çînê li eyaleta Ciangsuyê ji ber baran, bager û bahoza ku di saetê de leza wê digihîje 100-125 kîlometro kerî kêm 98 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 800 kesî jî birîndar bû. Li gorî zanyariyên berdest li gelek herêmên jiyangehê ji ber baran û bager dijwar pir kes asê mane û nêzî 2 milyon kesî ji vê bûyerê bandor wergirtiye.
Wezareta Karên Sivîl a Çînê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di vê bager û bahoza ku li derdora bajarê Yançingê pêk hat de ji ber baran û û zîpikê 200 jê giran 800 kes birîndar bû. Ji sala 1996an û vir ve afate herî bi bandor e.

Hat îdiakirin ku berpirsên meterolojiyê li hemberî hişyarkirina lezgîn a bager, bahoz û baranê dereng man. Her wiha li herêmê xebatên lêgerîn, rizgarkirin û karên tahliyekirinê bê navber didome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu