ÎranNûçeRojhilatanavin

Konfiransa Navnetewî ya Bîrkarîya Îranê destpê bû

49`emîn Konfiransa Navnetewî ya Bîrkarîya Îranê bi pişkdarîya zanyarên îranî û bîyanî li Zanîngeha Zanist û Pêşeyê li Têhranê destpê bû.

49`emîn Konfiransa Navnetewî ya Bîrkarîya Îranê bi amadebûna zanyarên warê bîrkarîyê yên ji Alman, Swêd, Fransa, Amerîka, Koreya Başûr, Hind û Brêzîlê li Zankoya Bîrkarîyê ya Zanîngeha Zanist û Pêşeyê ya Îranê destpê bû û dê heta 26`ê Tebaxê bidome.

Li Konfiransa Navnetewî ya Bîrkarîya Îranê hemî çiqên bîrkarîyê tên hilkolandin.

Raberkirina destkevtên herî nû yên mamoste û şareza û xwendekarên zanîngehan, danîna têkilîyê di navbera civaka bîrkarîyê ji bo hevkarîya zanistî û navnetewî û hilêxistina pirsgirêkên ser rêya zane û xwendekarên bîrkarîyê ji armancên lidarxistina 49`emîn Konfiransa Navnetewî ya Bîrkarîya Îranê ne.

Başa dön tuşu