EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf yê îro ligel Olandi hevdîtinê pêk bîne

Sefîrê Komara Islamiya Îranê li Fransayê ragihand ku Mihemedcewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê yê îro ligel Franswa Oland, serokomarê Fransayê hevdîtinê pêk bîne.

Elî Ahenî şeva buhurî li gotûbêja ligel ajansa nûçan a IRNA`yê, tevî ragihandina vê xeberê got: Peywendiyên Têhran-Parîsê û meseleyên navçê ji wan Sûriyê, yê ji wan mêhwerên gotûbêja Zerîfi û Olandi bin.

Ahenî bi gotina viya ku hevdîtina her du aliyan yê roja çarşemê piştî nîvro li Koşka Êlîzê bê lidarxistinê, got: Serdana Zerîfi bo Parîsê di rastiyê da wek bersiva li hember serdana wezîrê berê yê karên derve yê Fransayê ku havîna sala buhurî bo Têhranê pêk hat, e.

Wî bal kişande ser serdana çend mehan berî niha ya serokomarê Îranê bo Fransayê û got: Dema serdana Hesen Rûhanî bo Parîsê, têgiheştinama diyaloga siyasî ya li asta bilind hatibû pêşbînîkirin ku wezîrên karên derve divê bi awayekî berdewam serdana her du welatan bikin û danûistandinên siyasî di vê astê da bidomînin.

Sefîrê Îranê li Fransayê her wiha got: Di van danûistandinan da du mijarên bingehîn ên “ peywendiyên dualî“ û “ meseleyên navçê tên şopandin ku di mijara peywendiyên dualî da têgiheştinamên dualî û çawaniya pêşdabirina wan di warên curbicur da yê bên nirxandin.

Mihemedcewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê jibo serdaneke durojî, duh êvarê giheşte bajarê Parîsa paytexta Fransayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu