ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Kongreya Nasyarên Kurd bi gotinên Seyyid Îmam Elî Xamaneyî yên di warê sipasiya ji Kurdan îro li bajarê Sineyê dest pê bû

Roja yekem a Kongreya Nasyarên Kurd bi gotinên Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî yên di warê sipasiya ji Kurdan îro li bajarê Sineyê dest pê bû.

Di Peyama Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî bo Kongreya Nasyarên Kurd de hatiye: Kurdistan parêzgeheke çandî ye. Hûn li dîroka vê parêzgehê binêrin. Zana û helbestvan û hunermend di vê serdemê de li vê parêzgehê gellek in.

Peyama serokomarê Îranê jî di vê merasîmê de hat xwendin.

Doktor Rûhanî di peyama xwe ragiahnd: Kurd wek qewmên din în îranî wek yek ji gelên herî kevin û xwedan çand ên welêt şanazî bi çand û dîroka vî welatî kirine.

Di dewamê de peyama Nêçîrvan Barzanî Serokê Herma Kurdistana Iraqê jî hat xwendin. Di vê peyamê de hunermend û mezinên her gelî wek pira aştî û dostiyê hatibûn binavkirin. Muradniya parêzgarê Kurdistanê ku berpirsê lidarxistina vê kongreyê ye yek ji armancên vê kongreyê nasandina Kurdan wek gelekî dilovan bo cîhanê da zanîn.

Ayetullah Hisênî Şahrûdî nûnerê Weliyê Feqîh li parêzgeha Kurdistanê jî amaje bi cîgeha hunermend û zanayên her qewmekê li îslamê kir û got: Kemal û mezinahiya Xwedê li mirovên mezin tê xuyanê.

Di vê kongreya durojî de dê sipasiya nasyarên Kurd li Cîhanê wek mamoste Mezher Xaliqî û Şehram Nazirî stranbêjên nasyar û hin edîb û binavûdengên din were kirin.

Kongreya Nasyarên Kurd îro û sibe bi sipasiya ji şanazî û nasyarên Kurd di hola Şanoyê ya Zanîngeha Kurdistanê tê lidarxistin.

Başa dön tuşu