ÎranNûçeRojhilatanavin

Nimandina 60 cure dermanên nû bi amadebûna Ruhanî

Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê, roja duşemiyê li yekemîn saetên sala 1396`an a koça tavî, xeta berhemanîna nû ya madeyên hişk a kompaniya dermançêkirinê ya Razekê vekir.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokkomartiyê, di vê rêûrismê de herwiha 60 cure dermanên nû yên kompaniyên dermançêkirinê yên di bin çavdêriya wezareta teawun, kar û rehetiyê û saziya rehetiya civakî ya Îranê hatin nimandin.

Heke ev cure dermanên nû bi tamî dewsa mînakên wan ên ku ji derveyî welêt tên, bigirin, wê di salê de herîkêm 305 mîlyard riyal (zêde ji 90 mîlyon dolarî) li ser bingeha bihaya kirrînê ya kompaniyên ku dermanan ji welatên din dikirrin û herîkêm 4100 mîlyard riyal (Zêde ji 125 mîlyon dolar) yê li gorî bihaya bikarhîneran, baca derkirrînê kêm bibe.

Berfirehkirin û berhemanîna van 60 cure berhemên nû ku li du komên sereke yên madeyên destpêkê yên dermanan û berhemên dermankirinê ne ji aliyê 16 şirketên endamê Sermadanîna Dermanan a Temînê (TIPICO) wekî holdînga herî mezin a Îranê ya dermançêkirinê cih hatiye.

Ev berhemane bêyî tu sermayedanîneka nû û tenê bi bikaranîna potansiyelên heyî û pêkanîna imkana sûdwergirtina zêdetir li kompaniyên di bin çavdêriya koma dermançêkirinê ya Temînê, hatine berhemanînê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu