CîhanErebîstanEwropaNûçeRojhilatanavinYemen

Konseya Ewlehiyê çavdêriya li ser agirbesa li Hudeydê pejirand

Endamên Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) bi pirraniya dengan pejirandin ku NY bo mideha 6 mehan çavdêriya li ser cihatina hevhatina Stokholmê ya di navbera aliyên yemenî de û agirbesa li bendera Hudeydê bigire ustiyê xwe.

Li gorî rapora nûçegîhanê IRNA`yê, anegorî vê biryarnameyê ku li ser pêşniyara Îngilistanê, roja Çarşemiyê li ser vê deng hate dayîn, nivîsgeha Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) erkdar e ku komîteyekê ji bo çavdêriya li ser agirbes, veguhestina hêzan û operasyona ji nişkêveyî pêk bîne. Herwiha çavdêriya li ser peyrewiya aliyan li agirbesa li parêzgeha Hudeydê û benderên wê, Selîf û Reis Îsa, erka din a vê komîteyê hatiye berçavgirtin.

Ji bilî wê NY erkdar bûye ji bo pêkanîna ewlehiyê li van navçeyan bi hêzên xwecî yên ewlehiyê re hevkariyê  bike.

Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) dibêje nêzî 24 mîlyon kes li Yemenê hewcedarê kelûmelên sereke yên jiyanê ne p nêzî 10 mîlyon kes jî li ber xelayê ne.

Başa dön tuşu