FilistînNûçeRojhilatanavin

Konseya Ewlehîyê dengê Erê da kutakirina bajarokên ku Israîl ava dike

Konseya Ewlehîyê ya NY şeva buhurî dengê Erê da biryarnama ku armanca wê kutakirina çêkirina bajarokan jibo sîyonîstan li erdên dagirbûyî yên Filistînê ye.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alamê, ev biryarnama li gorî pêşnîyara Misrê li Konseya Ewlehîyê ya NY ket ber dengdanê ku 14 endamên Konseya Ewlehîyê dengê Erê danê û tenê Amerîkayê dengê Bêalî dayê.

Li gorî vê biryarnamê, Rêjîma Sîyonîst divê çêkirina bajarokan li erdên dagirbûyî yên Filistînê ji wan li rojhilata Qudsê demlidest û bi awayekî tam bide sekinandinê.

Biryar bû dengwergirtina li bara pêşnîyara Misrê ya şermezarkirina çêkirina bajarokan jibo sîyonîstan li erdên dagirbûyî yên Filistînê li Konseya Ewlehîyê ya NY roja pêncşemê pêk bê lê Misrê ragihand ku ev dengwergirtina paşda ketîye.

New Zêland, Venezuela, Malêzî û Singapûrê roja înîyê bi kifşkirina demê ji Misrê xwestin ku li bara pêşdabirina pêvajoya dengwergirtina Konseya Ewlehîyê li bara pêşnîyara biryarnama li dijî rêjîma Israîlê, bersiveke zelal bide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu