CîhanEwropaNûçe

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ceribandina fuzeya balîstîk şermezar kir û ji bo zextên nû hişyarî da

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ceribandina fuzeya balîstîk a Koreya Bakur a 13ê gulanê, bi tundî şermezar kir û ji bo zextên nû hişyarî da.

Daxuyanî ji aliyê KENYê bi yekitiya deng hat qebûlkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Koreya Bakur bi tevgerên fitnekar û ceribandinên fuzeyên balîstîk biryarên KENYê bi eşkere îxlal dike û ev tevqer fikaran çêdikin.

KENYê ceribandina fuzeya balîstîk a Koreya Bakur a 13ê gulanê bi tundî şermezar kir û ji bo zextên nû hişyarî da.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku 15 welatên di konseyê de, dê dijî Koreya Bakur hemû zextan bi kar bînin û ji bo welatên din jî li hemberî Koreya Bakur di demeke kurt de zextan têxin rewacê bang hat kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu