CîhanEwropaNûçe

Di 5ê Gulanê de ETA xwe fesx dike

Rêxistina Azadî û Warê Baskê (ETA) ya ku li bakurê Spanyayê û başûrê Fransayê têkoşîna avakirina dewleteke serbixwe dide ew ê meha bê xwe fesx bike.

EFEya ajansa xeberan a fermî ya Spanyayê nivîsî ku rêxistinê di çalakiyeke 5ê gulanê da li Bayonaya bajarê herêma Baskê ya Fransayê were lidarxistin da biryara feshkirinê eşkere bike.

Televizyona kamuyê ya Baskê (ETB) jî diyar kir, ku rêxistin wê di hefteya ewil a gulanê da daxuyaniyê bide.

ETAya ku di sala 1959an da hat avakirin li bakurê Spanyayê û başûrê Fransayê têkoşîna avakirina dewleteke serbixwe ya Baskê dide. Tometa li ser ETAyê ku ji 800î zêdetir însan kuştine.

ETAyê di nîsana 2017an da îlan kiribû ku dev ji sîlahan berdaye. ETA hê jî di lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê û Amerîkayê da cî digre. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu