FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Konseya Hevdengkirina Teblîxata Islamî ya Îranê qedrê gelê Îranê girt

Konseya Hevdengkirina Teblîxata Islamî ya Îranê qedrê gelê Îranê ji ber pişkdarîya pirrcoş di meşa Roja Cîhanî ya Qudsê de girt.

Konseya Hevdengkirina Teblîxata Islamî ya Îranê di daxûyanîyekê da qedrê gelê Îranê ji ber pişkdarîya hemasê û berfire û hevgavê misilmanên cîhanê di meşa Roja Cîhanî ya Qudsê bi merema piştgirîya ji qibleya yekem a misilmanan û gelê mezlûm ê Filistînê girt.

Di wê daxûyanîyê de hatîye: Meşa Roja Cîhanî ya Qudsê û pişkdarîya pirrcoş û berfire ya gelê mezin û rojî ê Îranê, hevgav û mil bi milê misilman û azadîxwazên cîhanê, kûratîya nifûza istiratêjîk û iqtidar û hêza nerm a Komara Islamî ya Îranê û wergirtin û famkirina kûr a peyama dîrokî ya hezretê Imam Xumêynî (RE) û Inqilaba Islamî di warê jinavçûna rêjîma zevtker û talanker a Sîyonîst de nîşan da û plana amerîkî-sîyonîstî ya Danuistandina Serdemê reş kir.

Di dawîya daxûyanîya Konseya Hevdengkirina Teblîxata Islamî ya Îranê de hatîye: Hemaseya mezin û mayinde ya amadebûn û nîşandayîna tifaq û hevgirtina gelê mezin ê Îranê ser bingeha yekem qibleya misilmanan, Mizgevta Eqsa û Qudsê, di meşa Roja Cîhanî ya Qudsê de bersiveke giran û qahîm himberî gotinên pûç ên zorbêjên cîhanê bû.

Başa dön tuşu