NûçeRojhilatanavinSûriye

Du gund li başûrê rojhilata Heleba Sûriyê hatin rizgarkirin

Artêşa Sûriyê û hêzên hevpeyman du gundên Mezre û Ezîze Ebîsanê li derdora başûrê rojhilata Helebê piştî şer û pevçûna bi çeteyên Bereya Nusreyê rizgar kirin.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya Al Alamê, artêşa Sûriyê û hêzên hevpeyman her wiha karîn ku gundê El Mesterîheyê li bakurê rojhilata parêzgeha Hemaha Sûriyê rizgar bikin û dawîn têrorîstên Bereya Nureyê li vî gundî ji nav bibin.

Artêşa Sûriyê û hêêzn hevpeyman opêrasiyonek li dijî çeteyên Bereya Nusreyê li derdora girên stratijîk ên Berdeyayê li dorhêla başûrê rojavaya Şamê jî pêk anîn û rêzeçiyayên rojhilata vê navçeyê azad kirin.

Yekîneyên artêşa Sûriyê heftiya bihurî di dewama opêrasiyona leşkerî ji bo jinavbirin û kokbirkirina têrorîstên Bereya Nusreyê karîn beşeka berfireh a navçeyên bin kontrola van têrorîstan li başûrê rojavaya parêzgeha Rîfa Şamê û derdora bajarê Quneytereyê li başûrê rojavaya Sûriyê azad bikin.

Bi azadkirina bajarê Bûkemalê wek dawîn baregeha DAIŞ`ê li sînorê Iraq û Sûriyê di roja 19`ê Mijdara 2017an ji aliyê artêşa Sûriyê, hêêzn Bereya Berxwedanê û piştevaniyên bibandor ên Komara Îslamî ya îranê, koma têrorîstî ya amerîkî siyonîstî ya DAIŞ`ê li Sûriyê ji nav çû.

Başa dön tuşu