ÎranNûçeRojhilatanavin

Konseya Hevkarîya Kendava Farsê jibo Têhranê

Rayedarekî wezareta karên derve ya Kuweytê behsa şandina peyama Konseya Hevkarîya Kendava Farsê jibo Komara Islamî ya Îranê dike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Xalid Carulah cîgirê wezîrê karên derve yê Kuweytê şeva buhurî nûçeya şandina di dema nêz da a nunerê Konseya hevkarîya Kendava Farsê bo Komara Islamî ya Îranê piştrast kir û got: Têkilîyên me bi birayên îranî ra bi armanca kifşkirina dema guncav jibo her du alîyan bi boneya raberkirina wê peyamê didomin û Kuweyt erkdarê gîhandina wê peyamê ye.

Berî vîya Carulah li rex civîna serokên welatên endamê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê li bajarê Menamê gotibû: Kuweytê têkilîya bi Têhranê ra jibo ravekirina nêrînên welatên endamê Konseya Hevkarîya kendava Farsê li bara destpêkriina gotûbêjên her du alîyan destpê kirîye.

Welîd Xebîzî alîkarê wezîrê karên derve yê Kuweytê jî berî vîya bal kişand ser girîngîya peywendîyên vî welatî û welatên din ên ereb ên dorhêla Kendava Farsê ligel Komara Islamî ya Îranê û ragihandibû ku Konseya Hevkarîya Kendava Farsê xwazyarê berfirekirina peywendîyan ligel Têhranê ye û piştgirîyê dide aştî û aramîya navçê û berfirekirina hevkarîyan.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Kuweytê herwiha pêkutî kiribû ku Komara Islamî ya Îranêroleke girîng li alûgurên navçê heye û Kuweyt hêvîdar e ku bi germtirbûna danûistandinan, sefîrê Kuweytê bizvire Îranê.

Pêngava nû ya Konseya Hevkarîya Kendava Farsê jibo çêtirkirina peywendîyan ligel Îranê li halekî ye ku Komara Islamî ya Îranê bicaran pêkutî kirîye ku peywendîyên di navbera her du alîyan da bên qahîmkirinê û ragihandîye ku rêya herîbaş jibo çareserkirina pirsgirêkên navçê, bihêzkirina peywendîyên di navbera welatên navçê da ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu