IraqNûçeRojhilatanavin

Qutkirina alîkarîya têrorîstên li Sûrîyê bo têrorîstên DAIŞ`ê li Iraqê

Sêkrêtêrê giştî yê Sazîya Bedir a Iraqê ragihand ku pêşîya alîkarîya têrorîstên li Sûrîyê bo têrorîstên DAIŞ`ê li Iraqê hat girtinê.

Li gorî rapora televîzyona Al-Mayadînê, Hadî Amirî, sêkrêtêrê giştî yê Sazîya Bedir a Iraqê got: Sînorên Iraq û Sûrîyê li rojavaya Teleferê li parêzgeha Nêynewaya Iraqê tam hatine girêdanê û têrorîstên DAIŞ`ê idî nikarin li sînorên her du welatan hatinûçûyînê bikin.

Amirî bi pêkutîya ser vîya ku hemî rêkên gîhandina alîkarîyên têrorîstên li Sûrîyê bo têrorîstên DAIŞ`ê li Iraqê hatine girêdanê, pêkutî kir, serketina tam li hemberî DAIŞ`ê nêzîk e.

Opêrasyona azadkirina Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê ji 17`ê Cotmehê va li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bû û hêzên iraqî meha buhurî karîn ku rojhilata Mûsilê azad bikin.

Hêzên iraqî herwiha opêrasyona azadkirina rojavaya Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê ji 19`ê Sibatê va destpê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu