CîhanFilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Konsolxaneya Amerîkayê li Qudsê erdên derdora vê navçeyê kirrîn

Hevdem digel hewildanên Rêjîma Siyonîst ji bo veguhstina balyozxaneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo Qudsê, rayedarekî agah ragihand ku Konsolxaneya Amerîkayê li Qudsê gişt erd û heyitiyên derdora konsolgeriyê ji bo guherîna bo balyozxaneyê kirrîne.

Li gorî rapora malpera rojnameya Ray El Yewmê, rayedarekî agah li Konsolxaneya Amerîkayê li Qudsê ku navê wî nehatiye birin, roja çarşemiyê got: Vê konsolgeriyê hemî û erd û mal û milkên derdora avahiya konsolxaneyê kirrîne û niha gişt erd û milkên vê derê ji çar aliyan va li destê wê ne.

Vî rayedarî her wiha got: Konsolxaneya Amerîkayê di demên cûrbicûr da kariye van erd û milkan bikirre.

Ev kiryara Amerîkayê di rewşekê da ye ku bi caran rayedarên filsitînî li bara dûhatên veguehstina ihtimalî ya balyozxaneya Waşîngtonê ji Til Avîvê bo Qudsê hişyarî dabûn.

Şêx Ekreme Sebrî xetîbê Mizgefta Eqsayê li vî warî da got: Veguehstina balyozxaneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo Qudsê nîşana ragihandina şêrr ne tenê li dijî filistîniayn, belki digel hemî ereb û misilmanan e.

Donald Tramp serokomarê Amrîkayê di dema rikeberiyên hilbiajrtina serokomartiya Amerîkayê da soz da ku heke li hilbijartinan bi ser bikeve, ew ê balyozxaneya vî welatî ji Til Avîvê bo Qudsê veguhezîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu