CîhanEwropaNûçe

Li Rusya helîkopter ket: 15 kes mirin

Li herêma Krasnoyarsk ya Rusya helîkopterek ket xwar û  di encam de 3 personel û 15 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya ku Ajansa TASS dispêre rayedarên ewlehiyê, li herêma Krasnoyarsk de helîkoptera girêdayî şîrketa esmanî ya Utair piştî ku bi hewa ket di demeke kin de daketineke tund pêk anî. Ji ber ku helîkopter li erdê ket agir girtê û 18 kesên di nav de nekarîn bên rizgar kirin.

Rayedarên Rusî diyar dikin helîkoptera ku li balafirgeha İgarka ya herêma Krasnoyarsk de rabû dibe ku ji ber xetaya pîlot yan jî pirsgirêka teknîkî ketibe xwarê.

Herwaha bûyer tê lêkolîn kirin îhtîmala ku helîkoptereke din li balafirgehê bi barê ku hilgirtiye ve li hev ketibin û ev bûyer pêk hatibe.

Tîmên rizgar kirinê ragehandin ku wan herdû qutiyên reş yê helîkopterê jî peyda kirine.

Başa dön tuşu