ÎranNûçeRojhilatanavinYemen

Emîr Ebdullahiyan: Helwêst û kiryarên şaş ên Riyazêbûne sedema gurbûna qeyrana Yemenê

Alîkarê taybet ê srokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî, diyar kir ku dewama destdirêjiya eskerî ya Erebistanê ser Yemenê û dorpêçkirina vî welatî, siyaseta şaş a Erebistanê ye.

  Li gorî rapora ISNA`yê,   Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî,, Huseyn Emîrebdulahiyan roja sêşemiyê li hevdîtina Rizwan El-Hîmî endamê konseya bilind a serhildaya Yemenê li Tehranê got: Riyazê bi nihêrna xwe ya şaş qeyrana  Yemenê gurtir kir.

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî, bal kişand ser vê yekê ku şerê li dijî Yemenê navçe bê ewlehtir kiriye û got: Êrişa hevalbendiya siûdî ser Yemenê bû baîs terorîzma tekfîrî bi hêz bibe û xênî têkbirina binavahiyên welatekî îslamî bûye sedema kuştin û awarebûna bi dehan hezar misilmanên yemenî.

Emîr Ebdulahiyan destnîşan kir: Berxwedana gel û rêberên Yemenê li hember terorîzmê û destdirêjiyê,  bûye sedema parastina  serbixwebûn û yekperçetiya erdê vî welatî û Îran jî ji riya siyasî wek tenê riya çareserkirina qeyrana Yemenê piştgiriyê dike.

Alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî, her wiha got avakirina parlemana  neteweyî ya Yemenê û destpêkirina  karê dewleta Yekitiya neteweyî pêngaveke giring jibo xurtkirina pêvajoya siaysî li vî welatî ye û Têhran ji beşdariya hemî grûpan û partiyên yemenî li hakimiyeta vî welatî piştgiriyê dike.

Endamê Konseya bilind a şoreşa Yemenê jî li vê hevdîtinê got ku gelê Yemenê jibo serketinên xwe li hemberî dijminên siyonîstî-wehabî deyndarê hevdilî û piştgiriya siyasî-menewî ya Komara Îslamî ya Îranê û hin welatên navçê dizane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu