Koreya bakurî ragihand: Boykotên Donald Trump, serokomarê Emerîkayê li dijî Piyon Yangê tê wateya raghandina şêr.
Ajansa fermî ya Koreya bakurî ya roja yekşemiyê ji zarê berdevkê Wezareta Karên derve ya vî welatî ku navê wî nehatiye eşkerekirin, hişyarî da: Her cure destdirêjî bi aml û heyiotiyên Koreya bakurî û dorpêçkirina gemiyên vî welatî bi îstifada xirab ji boykotên Emerîkayê li gor bawera Piyong Yang tê wateya îlana şêr.
Rayedarê Wezareta karên derev ya Koreya bakurî destnîşan kir: Emerîka bi boykotên nû yên xwe ku li gor îdiaya pir kesan, boykotên herî giran li dijî Piyong Yang tê hesabê, şêr û gêreyê dikşîne navçeyê.
Vî berdevkî , Emerîka, berpirsê dûhatên diltezîn ên her cure pevçûna li nîvgiravê da zanîn û got:Bi hebûna qaweta eskerî ya navokî ye ku Koreya bakurî dikare li hember hgefên Emerîkayê raweste.
Serokkomarê Emerîkayê heftiya buhurî lîsteyek ji boykotan raghand ku 50 kompanî ji Koreya bakurî û Çîn û çend welatan digre ber xwe.