
Piştî ku birayê Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un Kim Jong-nam li Malezyayê di encama suîqastekê de hat kuştin gengeşiya navbera herdu welatan her diçe zêdetir dibe.
Hikumeta Malezyayê demek berê derketina berpirs û karmendên Balyozxaneya Koreya Bakur ji welat qedexe kiribû. Piştî wê biryarê îro sibehê rêvebiriya Koreya Bakur jî bi biryarekê derketina malezyayiyan ji welat heta demeke nediyar qedexe kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)