CîhanEwropaNûçe

Koreya Bakur hişyariya ‘lêdana bergiriyê’ da Amerîkayê

Sererkanê Artêşa Koreya Bakur daxuyand ku rêveberiya Pyongyangê li hemberî ‘provokasyoneke siyasî, aborî an jî leşkerî’ ya Amerîkayê wê dest bi ‘lêdaneke bergiriyê’ bike.

Berdevkê Sererkanê artêşê gef xwar ku ew ê ji baregehên xwe yên Japonya û Koreya Başûr li avahiya Serokomarê Koreya Başûr bixin.

Rayedarên Amerîkayî di daxuyaniyên nava rojê de anî bûn ziman ku ger ew hîs bikin Koreya Bakur amadehiya ceribanina nukleerî ya cara 6emîn dike, ew amade ne li dijî Pyonyangê çeka konvansiyonel bi kar bînin.

Koreya Bakur di daxuyaniya xwe duhî de got, “Amerîkaya ku çeka kimyewî anî nîvgirava Koreyê, ji bo aşitî û ewlehiyê dibe metirsiyeke cidî û rewşê ber bi şerê nukleerî ve dibe.

Rêveberiya Pyongyangê hefteya borî moşekeke balîstîk avêtibû behra Japonyayê. Li ser vê yekê Amerîkayê keştiyeke balafiran şand nîvgirava Koreyê. Şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Herbert McMaster anî ziman ku ji bo hevkarên Washingtonê ji metirsiya Koreya Bakur biparêzin, wan hemû bijarte dane ber xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu