CîhanNûçe

Koreya Bakûr: Mûşeka bi birra parzemînê perdeya dawîyê ya nimayişa navokî ya ligel Amrîkayê ye

Dewleta Koreya Bakûr ragihand, ceribandina serkevtî ya yekem mûşeka Balêstîk a bi birra parzemînê li vî welatî “perdeya dawîyê ya nîşandana şîyana navokî û çekan“ a vî welatî li hemberî Amerîkayê ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Koreya Bakûr hişyarî da Amerîkayê ku bi avêtina vê mûşekê sekinîna her du alîyan li hemberî hevduh derbasî qonaxa daîyê bûye û di vê rewşê da, tenha rêçare, muzakira dîplomatîk di navbera her du alîyan da ye.

Koreya Bakûr roja sêşemê mûşekeke Balêstîk a parzemînî ceriband û vê yekê rewşa herêmê zêdetir lihev aland û bûye sedema şaşûpaşobûna Waşîngton û Sêûlê.

Koreya Bakûr bicaran ragihandîye ku heke sîyasetên bikîn û dijminane yên berê yên Amerîkayê li hemberî Koreya Bakûr nebana, Pîyûngyang ti wexta ber bi çêkirina çekên navokî va nediçû û ceribandinên atomî nedikirin.

Başa dön tuşu