Nûçe

Koreya Bakûr mûşekek balistîk kewkî kir

Koreya Bakûr mûşekeke balistîk ber bi deryaya rojhilatî va kewkî kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fransayê ji Sêolê, Koreya Bakûr berbanga îniyê, 18`ê adara 2016`an, mûşekeke balistîk ber bi avên peravên rojhilatî yên vî welatî kewkî kir.

Berdevkekî wezareta parastinê ya Koreya başûr ragihand ku ev mûşeka berbanga îniyê ji navçeya Sakçûnê li başûrê rojhilata Koreya Bakûr va hat avêtin û piştî derbaskirina 800 kîlomitrî li deryaya rojhilatî (Deryaya Japonê) li avê ket.

Vî rayedarê wezareta parastinê ya Koreya Başûr cûreya mûşeka kewkîkirî ya Koreya Bakûr diyar nekir lê ajansa nûçeyan a Yûnhapê ji zarê çavkaniyên leşkerî ragihand ku mûşeka kewkîkiî ji cûreya `Rodûng`ê bûye ku nusxeyeke xurtkirî ji mûşeka `Iskad`ê ye ku herî zêde dûrmenziliya wê 1300 kîlomitr e. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu