CîhanNûçe

Koreya Bakûr mûşekeke nû ya dûrmenzîl nimand

Koreya Bakûr duh mûşeka herî pêşketî ya balêstîk a dûrmenzîl ceriband.

Li gorî rapora televîzyona Koreya Bakûr, Pîyong Yangê duh li rêzbûna leşkerî ya hêzên çekdar ên vî welatî, mûşeka herî pêşketî ya balêstîk a dûrmenzîl nimand.

Ev merasima bi boneya heftêyemîn salvegera damezirandina artêşê û bi amadebûna Kîm Cûng Ûn (Kim Jong-un) rêberê Koreya Bakûr hat lidarxistin.

Ev merasima leşkerî rojekê berî destpêbûna fermî ya lîstikên Olempîka Zivistanê ya Koreya Başûr hat lidarxistin.

Çavkanîyên nûçan li Koreya Bakûr ragihandin ku nimandina van mûşekên pêşketî li vê merasima leşkerî nîşan dide ku ev welata naxwaze planên xwe yên mûşekî û navokî rawestîne.

Rêberê Koreya Bakûr gotîye ku vî welatî bi pêşxistin û berfirekirina planên xwe yên leşkerî karîye liv û tevgerên dijmin bêencam bike.

Başa dön tuşu