AsyaCîhanEwropaNûçe

Koreya Bakur ‘Roja Tavê’ bi merasîma leşkerî pîroz dike

Li Nîvgirava Koreyê gengeşî her diçe zêde dibe, lê rêvebiriya Pyongyangê roja ji dayîkbûna serokê avakar ê Koreya Bakur ‘Roja Tavê’ bi merasîma leşkerî pîroz dike.

Di çarçoveya pîrozbahiyan a merasîma leşkerî de cara yekemîn moşekên balîstîk ên noqavê ku hatibûn pekandin ji raya gel re têne pêşkeşkirin.

Di rojên dawî de hatibû îdîakirin ku wê rêvebiriya Pyongyangê di rojbûna 105emîn a serokê avakar ê Koreya Bakur Kim Il-sung wê ceribandina moşeka balîstîk pêk bîne. Rêvebiriya Koreya Bakur ji bo cejna neteweyî ya ‘Roja Tavê’ 200 rojnamevanên biyanî ji bo temaşeya pîrozbahiyan vexwendin welat.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu