Polîsê Malizyayê heftiya buhurî ragihand ku Kîm Cong Nam, birayê zirr ê Kîm Cong On rêberê koreya bakurî 13 Sibata buhurî li Kualalamporê bi gaza VX ê hatiye kuştin .NY ev gaza daniye nav lîsteya çekên kîmyayî yên qedexe.
Li gorî rapora Reutersê ji Siûlê, Koreya bakurî destnîşan kir ku beşdariya Piyong Yang derheq kuştina zirrbirayê rêberê vî welatî, plana Emerîka û Koreya başûrî jibo xerakirina rûmeta koreya bakurî bûye.
Kîm Cong Nam, zirrbirayê rêberê Koreya bakurî 13 Sibatê li halekê ku dixwest bi awayekî nenas sefera Makaoyê bike li balefirgeha Kualalamporê hat kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)