EwropaNûçe

Koreya Bakûrî: gotûbêja tev Koreya Başûrî dikare pêşiya şerrê duyem bigire

Koreya Bakûrî xwest ku berî gotûbêjên leşkerî yên pêşniyarbûyî tev Koreya Başûrî, civîneka destpêkê di navbera du welatan de bi rê ve here û got, ev civîna dikare pêşiya qewimîna duyemîn şerrê di navbera her du koreyan de bigire.

Ajansa nûçeyan a Fransayê ragihand gotûbêjên Leşkerî yên di navbera du welatan de, ji aliyê Kîm Cûn Ûn, serokê Koreya Bakûrî û li axiftina wî ya li kongera Partya Karker a desthilatdara li vî welatî, pêşniyar bû, lê Sêûlê ev pêşniyara red kir û ew wek nîşandan însiyatîv û qaweta xwe (Koreya Bakûr) dabû zanîn.

Wezareta berevaniya Koreya Bakûrî li daxuyaniyekê ragihand: Koreya Bakûrî careka din dixwaze ku gotûbêjên destpêkê pêk werin. Me pêşniyara pêkanîna peywendiyan di navbera rayedarên leşkerî yên du welatan bona amadekariyên gotûbêjên destpêkê raber kir û dema wê jî dawiya meha Gulanê yan destpêka meha Hezîranê hatiye ragihandin ku ji hêla cih û demê va ji bo her du aliyan guncav e.

Sêûl, destnîşan dike ku tenê wê demê li gotûbêjên tev Koreya Bakûrî beşdar dibe ku ev welata hin pêngavên girîng bona bêçekbûna navokî rake.

Lê Koreya Bakûrî her wekî berê dibêje ku dê li ser bernama xwe ya navokî, gotûbêjê neke. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu