AborîCîhanIraqNûçeRojhilatanavin
Koreya Başûr 6 firokeyên din yên şer da Iraqê

Wezareta Bergirî ya Iraqê ragihand, ji wan firokeyên şer yên ku ji Koreya Başûr kirrîbûn, şeşên din gihîştin Bexdayê.
Hikûmeta Iraqê sala 2003, 24 firokeyên şer yên ji curê “T-50” ji Koreya Başûr kirrîbû. Nirxa wan firokeyan bi giştî milyarek û 100 milyon dolar hatibû hesibandin.
Wezareta Bergirî ya Iraqê ragihandiye, di çarçoveya wê rêkeftinê de 6 firokeyên din ji Koreya Başûr gihîştin Bexdayê.
Beriya niha 12 kit ji wan firokeyan gihîştibûn Bexdayê.