EwropaNûçe

Koriya Bakûrî: Amerîka bi xwe gefa navokî ye

Koriya Bakûrî ji Amerîka wekî gefa herî mezine navokî nav bir.

Li gor rapora ajansa IRNA’yê, Berdevkekî Koriya Bakûrî ku xwest navê wî eşkera nebe îro îniyê got: Hegera sereke ya aloziyên navçê Amerîka û gefên navokî yên vî welatî û siyasetên eskerî û bi dijminatiye Amerîka li cîhanê ye.

Wî got: Eva çend dehekin ku Amerîka li navçê bi dû viyaye ku aloziyekê çê bike û bi mihanên curbicur dixebite ku li navçê şerek destpê bike, carina Koriya Bakûrî boykot dike, carina ji welatan bacê dixwaze, carina tev welatên navçê meşqên eskerî birê dixwîne ku hedefa sereke ji van cure siyasetan evaye ku şerek li nîvgirava Koreyê destpê bike ta ku bikaribe ber bi siyasetên xwe yên destpêkirina şerê navokî here.

Koriya Bakûrî ku hertim nerezamendiya xwe ji hizûra 28 hezar û 500 eskerên Amerîka û meşqên eskerî yên vî welatî li navçê daye diyarkirin, bona diyarkirina vê nerezamendiyê 16 mûşekên xwe avêtine avên derûdora welatê xwe.

Herwisa Koriya Bakûrî gef li Amerîka û alîgîrên vî welatî li navçê kiriye ku eger ewna dest ji van meşqên xwe bernedin ev welata dê êrişî ser hêzên eskeriye wan welatan bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu