CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Kornêl Feruta: Îran pêsipartên xwe li rêketnama navokî cih anîne

Li gorî rapora IRNAyê, û ji zarê Reuters`ê, Kornêl Frota ji rayedarên  pilebilind ên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê diyar kir: Îran dikeve ber yek ji sîstemên herî xurt ên ceribandina rastiyê ye û ev welata berpirsiyariyên xwe li çarçoveya  rêketinnama navokî cih tîne.

Wî her wiha diyar kir: Giring e ku Îran cihanîna tama  van berpirsiyariyan bidomîne.   Yacek Bîlca nûnerê  jiçekkirina Yekitiya Ewrûpayê jî teqez kir ku hevhatina  navokî sîstema  navneteweyî ya  belavnekirina  navokî xurt kiriye.

Wî her wiha diyar kir ku  rêketinnama navokî alîkariya ewlehiya navneteweyî û navçeyî kiriye û mahiyeta bi aşitî ya bernama navokî ya Îranê garantî kiriye.

Îzomî Nakamîtso, nûnerê pilebilind ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên  jiçekkrinê jî beriya  destpêbûna  gotûbêjên navbera Êmanoêl Mekron û Donald Trump serokkomarên Fransa û Emerîkayê li Waşengtonê, daxwaza sekinîna aliyên  rêketinnama navokî kir.

Nakamîtso roja duşemiyê li civîna  seretayî ya civîna  venihêrîna NPTyê biryar e li sala 2020 were lidarxistin,diyar kir ku em hêvî dikin hemî alî  ser cihanîn û parastina vê hevhatinê di  demdirêj de  berpirsiyar bimînin.

Başa dön tuşu