Şan Spaysêr, berdevkê Koşka Sipî êvara çarşemiyê ragihand ku Koreya Bakur gefa herî mezin dijî Amerîakyê ye.
Şan Spaysêr, berdevkê Koşka Sipî got: Koreya Bakur gefa herî mezin dijî Amerîakyê û hevpeymanên wî ye.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Şan Spaysêr, berdevkê Koşka Sipî li berisva nûçegihanekî ku pirsî: “Cîmz Komî serokê FBI`yê li civîna komîteya dadwweriyê ya sênaya Amerîkayê got ku Rûsiye hema wisa li karên siyasî yên Amerîkayê hizûra xwe heye û destwerdanê dike, gelo nêrîna Koşka Sipî jî eva ye?“, got: “Ez bawer im ku eva nêrîna Koşka Sipî ye. Em pala xwe didin nêrînên wan û endamên din ên civaka istixbaratî da ku bikarin serokomêr ji dawîn zanyariyan agah bikin“.
Wî li persiva pirsa vê nûçegihanî ku pirsî: “Serokê FBI`yê li vê civînê guhdarîkirina Rûsiyê wek gefa herî mezin dijî Amerîkayê li cehanê daye zanîn. gelo serokomar viya qebûl dike?“ got: “Serokomarê bibawer e ku Koreya Bakur bi çekên xwe yên navokî gefa herî mezin li dijî Amerîkayê ye. Ev welata jiyana amerîkî û hevpeymanên me dêxe ber metirsiyê“.
Rewşa Nîvgirava Koreyê niha ji ber siyasetên dijminane, bi tehrîk û yekalî yên Amerîkayê li dijî Koreya Bakur pirr kêşe ye.
Waşîngtonê hertim xwestiye ku Koreya Bakur ceribandinên xwe yên leşkerî û navokî rawestîne. Lê Piyong Yangê bi caran pêgirî kiriye ku heta wê demê ku Amerîka û hevpeymanên wî welatî gefên xwe li dijî Koreya Bakur bidomînin, ev welata jî şiyanên xwe yên leşkerî û pêşîlêgirtinê wê xurt bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)