EwropaIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Kosovayê hemwelatiyên xwe yên nava DAIŞê ji Sûriyê vegerandin

Hikumeta Kosovayê ragehandiye 110 wilatîyên xwe ku di nava wan da 73 zarok herwisa digel hijmareka şervenên berê yên DAIŞê ji Sûrîye vegerandin.

Wezirê Dadê yê Hikumeta Kosovoyê Ebilard Tahirî da zanin ku vegerandina wilatîyên wan bi alikarîya Amerîkayê bûye.

Herwesa Ebilard Tahirî got: “Em wê her karekî bikin bo vegerandina hemwelatîyên xwe ewên tevlî DAIŞê bûn û divê bene dadgeh kirin.”

Ji sala 2012 zêde ji 300 wilatîyên Kosovoyê derbasî Sûrîye bûn da tevlî rêkxistîna terörist a DAIŞê bibin û ji wana zêde ji 70 kes hatine kuştin.

Hemwelatiyên Kosovayê ji tevaya 110 kesan, 32 jin bûne 74 zarok bûne .

Başa dön tuşu