IraqNûçeRojhilatanavin

Du hêzên çekdar di heman navçeyê de ne

Piştî ku hêzên Artêşa Iraqê qezaya Tilkêfê ya Mûsilê kontrol kirin, ewlekariya qezayê radestê hêza Pasevanên Nînowa û hêza Babîliyona ser bi Heşda Şeibî hatiye kirin. Lê nîştecihênb Tilkêfê dixwazin tenê hêzek wan biparêze.

Piştî du salên dagirkeriya DAIŞê, hêzên Artêşa Iraqê qezaya Tilkêfê kontrol kirin. Niha hêzên Pasevanên Nînova û grûba Babîlyonê ya ser bi Heşda Şeibî qezayê diparêzin. Pasevanên Nînowa di beşekê mezin ê tax û kolanên Tilkêfê de belav bûne.

Fermandarê Lîwaya Yek a Pasevanên Nînowayê Sedî Ûbeydî dibêje; “Bi destûra Xwedê emê navçeyên Nînowayê tev de kontrol bikin. Çimkî Pasevanên Nînowayê xelkê vê herêmê bi xwe ne.”

Di nav hêzên Artêşa Iraqê de durûşma “Lebeyke ya Husên” tê bilindkirin. Hêzên Babiliyonê jî dibêjin, “Lebeyk ya Mesîh”.

Di nav hêza Babiliyonê de krîstiyan û misliman cîh digrin. Navdeke wan li Tilkêfê heye û ew ser bi Heşda Şeibî ve ne.

Fermandarê Hêza Babiliyonê Direy Îlyas dibêje; “Ferman ji min re hatiye dayîn, ku em Tilkêfê bigrin. Eger Pasevanên Nînowayê jî bixwazin hevkariya me bikin, ti pirsgirêk dernakevin.”

Ji ber êrîşa DAIŞê kurd, krîstiyan û beşek ji erebên Tilkêfê ji qezayê reviyan û ev zêdetirî 2 salan e koçber in. piraniya wan jî hê venegeriyane malên xwe.

Nîştecihên Tilkêfê niha dixwazin tenê navçeya wan aram bimîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu