EfrîqaEwropaMafên MirovanNûçe

Xwenîşandana li Sêûlê

Bi dehan hezar welatiyên Koreya başûr bi li darxistina xwenîşandanekê li bajarê Seûlê, xwestin ku serokkomarê vî welatî îstîfa bike.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Tesnîmê, medyayên nûçeyan ên Koreya Başûr, roja duşemiyê ragihandin bi dû riswatiya xwetêkiliya Çoy Son Sîl, hevalê nêzîk ê Park Gêon Hay, serokkomarê Koreya Başûr, li karûbarên siyasî û biryardayînên girîng ên welêt, nêzî 30 hezar kes ji xelkê nerazî bi kombûn û li darxistina xwenîşandana li bajarê Sêûlê, xwestin ku Park ji posta xwe îstîfa bike.

Hejmareka zav a ji xwendekar û xwendevanên lîseyan jî di vê xwenîşandanê de beşdar bibûn.

Ev xwenîşandan nerizamendiya herî nû ya gelanî li hember alûgorên siyasî yên vê dawiyê li Koreya Başûr e.

Hejmareka zav a ji beşdarên di vê xwenîşandanê de, ew kes bûn li hilbijartinên sala 2012`an, dengê xwe dan Park Geûn Hay.

Ev xwenîşandan aram û bi awayekî aştiyane bi rêve çû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu