ÎranNûçeRojhilatanavin

Amerîkayê bi derketina ji Lihevkirinameya Atomî selimand ku ji bo gotûbêjê ne hêjayî pêbaweriyê ye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf roja Îniyê li hevpeyivîna bi kanala têlêvîziyoniya El Cezîrê her wiha got: Îranê tu meyl û meraqek ji bo gotûbêja bi Amerîkayê ra tune, ji ber ku pêbawerî bi Waşîngtonê nayê kirin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha amaje bi gotûbêjên Îran û Ewropayê ji bo parastina Lihevkirina Atomî kir û got: Îranê dem daye ewropiyan da ku xercê derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî bicebirînin.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja 8ê Gulana 2018an bi dubarekirina tawanên bêbingeh li dijî Îranê, derketin waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî  û vegeriyana boykotên navokî di heyama ji sê heta şeş mehên tê da ragihand.

Ev karê Trump tûşî bertek û şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû. Bi awayekî ku Brîtanya, Fransa, Rûsiye, Çîn, Almanya û Yekîtiya Ewropayê wek aliyên din ên Rêketinameya Atomî ya digel Îranê destnîşan kirine ku pişta vê lihevikirinameya navneteweyî digirin.

Li vî warî da Îran û Ewropayê di hefteyên dawî da hin gotûbêj bi mebesta parastina Lihevkirina Atomî piştî derketina Amerîkayê ji vê lihvekirinmaeya navnetweyî dest pê kiirne; Ewropayê di pêvajoya van gotûbêjan da soz da ku pakêteka piştgiriyê li çarçova Lihevkirina Atomî û ji bo sekinîna li hemberî boykotên Amerîkayê li dijî Îranê bide Têhranê. Komara Îslamî ya îranê ragihandiye ku pakêta raberkirî ji aliyê welatên ewropî va divê mafên gelê Îrqanê yên li warê Lihevkirina Atomî misoger bike.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişande ser qeyrana Sûriyê û got: Têhran li dû rêkara siyasî ji bo çareserkiirna qeyran vî welatî ye.

Komara Îslamî ya Îranê wek welatekî bibandor li navçeyê hertim li dû çareserkirina qeyranên Rojhilata Navînê ji wan qeyrana Sûriyê ji riya rêkarên siyasî ye.

Başa dön tuşu