ÎranNûçeRojhilatanavin

Hesen Rûhanî bi balyozên nû yên Komara Îslamî ya Îranê li Spanya, Siyêralêon, Kuwêyt, Romanya û Bengiladeşê kom bû

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, balyozên Komara Îslamî ya Îranê li welatên din wek nûnerên gel, dîrok û çanda pêşketî ya Îranê da zanîn û ewna bi hewildana ji bo berfirehkirin û xurtkirina pêwendiyên siyasî, aborî, ticarî û çandî li warê navneteweyî şîret kirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja Sêşemiyê li hevdîtina bi balyozên nû yên Komara Îslamî ya Îranê li Spanya, Siyêralêon, Kuwêyt, Romanya û Bengiladeşê tevî amajeya bi vê yekê ku roja îro xêrnexwazên gelê Îranê her cûre komplo û kiryara dijî mirovatiyê ji bo anîna zextê li ser gelê Îranê pêk tînin, got: Plandarêştina balyozên îranê li welatên din ji bo wergirtina sermiyandanerên biyanî û xurtkirina hevkariyên bi kompanî û binkeyên beşa sivîl a Îranê bi welatên din ra girîng e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi vê yekê ku roja îro Amerîka b derketina neqanûnî ji Lihevkirinameya Atomî di qada cîhanî û mafdariyê da tenê maye, got: Divê em bi berfirehkirina hevkariyan û pêwendiyên Îranê bi welatên din ra, gef û zexta dewleta Amerîkayê li dijî gelê Îranê bikin derfetek ji bo pêşketinê.

Hesen Qeşqawî, balyozê Îranê li Spanyayê, Ekber Xosrewînijad, Balyozê Îrqanê li Siyêralêonê, Mihemed Îranî balyozê Îranê li Kuwêytê, Mihemed Riza Nefer balyozê Îranê li bengiladeşê û Murteza Ebu Talibî balyozê Îranê li Romanyayê jî li vê hevdîtinê li ser hewildana ji bo berfirehkirina pêwendiyên abûrî û hevkariya giştalî ya Îranê bi welatên din ra pêgirî kirin.

Başa dön tuşu