NûçeRojhilatanavinSûriye

Kûbayê êrişên dijî Sûriyê şermezar kir

Dewleta Kûbayê, êrişên Amerîka, Brîtanya û Fransayê yên dijî Sûriyê, bi tundî şermezar kirin.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a Pressna Latina`yê, li daxuyaniya wezareta karên derve ya Kûbayê hatiye: Ev kiryarê destdirêker û yekalî, berçavnegirtina Konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî û binpêkerê qanûnên navneteweyî û êrişa ser welatekî serbixwe ye û qeyrana li Sûriye û navçê zêdetir dike.

Wezareta karên derve ya Kûbayê, herwiha ragihand: Ev welata hevgirtîbûn û hevxemiya xwe bi gel û dewleta Sûriyê re diyar dike.

Wezareta karên derve ya Kûbayê, pêgîrî kiriye dewleta Hawanayê wekî yek ji îmzekirên Konvansiyona Çekên Kîmyayî, bi awayekî webirr bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê her welatekî şermezar diek,

Mîdyayên Rojavayî di van rojên dawiyê de îdia kirine ku li bajarê Dûmayê li Xûteya Rojhilatê Şamê, çekêm kîmyayî hatine bikaranîn û bêyî tu belgeyekê, artêşa Sûriyê di vî warî de tawanbar kirine.

Li dewama vê sênaryoyê, sibeha îro şemiyê, Amerîka, Brîtanya û Fransa, çend navçeyên Sûriyê bêyî îzna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî dane ber êrişên mûşekî.

Başa dön tuşu