EwropaNûçeRojhilatanavin

Kufr yek milletê: Brîtaniyayê çek û sîlahên xweyê difirot rejîmê siyonîst zêde kir

Hevçaxî zêdebûna êrişên Rejîma Siyonîstî ser gelê Filistînê, Brîtaniyayê jî firotina çek û sîlahan bo vî rejîmî gelektir kiriye.

Li gor rapora rojnama Gardiyen, Rapora `kempeyîna neyartiya tev Tecareta çek û sîlahan` nîşan dide ku li vê mudeha ku rejîma Siyonîstî destdirêjiya xwe ya ser gelê Filistînê zêdetir kiriye, Brîtaniyayê jî gelektir çek û sîlah firotine vî rejîmî.

Rapora “kempeyîna neyartiya tev Tecareta çek û sîlahan“ nîşan dide kusala 2017 Brîtaniyayê bi erzişa 221 milyon Pond çek û sîlah firotiye Rejîma Syonîstî , bi curekê ku ev rejîma heştimîn bikirê çek û sîlahên Brîtaniyayê ye.

Hatiye ragihandin ku Brîtaniyayê li pênc salên bihurî zêde ji 350 milyon Pond çek û sîlah firotiye Rejîma Siyonîstî.

Gardiyen nivîsî ku Rejîma Siyonîstî bicaran ji van çek û sîlahên ku ji Brîtaniyayê kiriye, êrişî ser gelê Filistînê kiriye.

Başa dön tuşu