İslami Davet Kurdi Bange İslami

Kûkcelî ewil navça azadbûyî li rojhilata Mûsilê

Hêzên iraqî yên pişkdar li operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê , navça Kûkcelî li aliyê rojhilata Mûsilê ji destê terorîstan azad kirin.

Li gor rapora ajansa Mêhr News`ê, Hisamedîn El-Ebar endamê konseya parêzgeha Nêynewayê duh duşemê got: Eva ku hêzên ewlehiya Iraqê karîn navça Kûkceliyê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin, pêngaveke girîn li operasiyona azadkirina Mûsilê tê hisab.

Hisamedîn El-Ebar, destnîşan kir ku azadiya navça Kûkceliyê li rojhilata Mûsilê ji ber isteratijîkbûna vê navçê roleke girîng bo işkesta grûpa terorîst a DAIŞ`ê heye.

Kûkcelî navçeyeke pêşeyî li rojhilata Mûsilê ye û ev navça tenê kîlomitrekê ji sînorên îdarî yên Mûsilê dûr e.

Operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ji 17 Tebaxê va destpê bûye û heta niha hêzên artêşa Iraqê bi alîkariya hêzên gelanî û hêzên pêşmerge karîne zêde ji 500 kîlomitrên çarkunc ji destê terorîstên DAIş`ê azad bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version